TJA’yê girtina zaroka ku destdirêjî lê hatibû kirin protesto kir

  • 19:29 22 Tebax 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA’yê li Mêrdînê girtina zaroka ku destdirêjî lê hatibû kirin protesto kir û got: “Em zîhniyeta serdest ya ku taritiyê ferz dike û binpêkirina wan red dikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li  Mêrdînê, der barê girtina zaroka ku destdirêjî lê hat kirin û piştre ji ber zaroka anî dinê berpirs hat dîtin hat girtin û gumanbar jî hatibû berdanê daxuyaniyek da.  Piştî bûyera ku ajansa me derxist holê şûnde li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Berîtan Guneş tevli daxuyaniyê bûn.
 
Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatînce Oncu di daxuyaniyê de axivî.
 
Hatînceyê da zanîn ku dewlet ji tundiya mêr re zemînê amade dike û bi edeleta mêran re polîtîka bêcezahiştinê giran bûye. Hatîceyê balkişand ser rewşa zarokê û got wê zarokê tenê nehêlin, şûnde gavê navêjin. Hatîceyê da zanîn ku wê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên serdestiya mêr bidomînin û got ew pergala serdest ya mêr ya jinan berbi tarîtiyê ve dibin û binpêkirinên wan red dikin.
 
Piştre parlamener Berîtan Guneş Altin axivî û da zanîn ku wê mafên zarokên girtî niparêzin û wê bi pêşengiya jinan zîhniyeta serdest ya mêr hilweşînin.
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.