Hevşaredar Leyla Ayaz serdana saziyên jinan kir

  • 11:42 22 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz di çarçoveya plansaziya stratejîk a 5 salan de, serdana saziyên jinan ên li bajêr kir û nêrîn û pêşniyarên jinan girt.
 
Hevşaredara naveçeya Rezan a Amedê Leyla Ayaz, saziyên ku li bajêr xebatên jinan dimeşînin ziyaret kir. Di serdana ku Cîgira Hevserokatiyê Jiyan Aslan, endamên meclîsê û Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê Derya Berktaş jî di nav de cih giritn de xebatên jinan hatin nîqaşkirin.
 
Aktîvîstên TJA'yê hatin ziyaretkirin
 
Hevdîtina yekem ku di çarçoveya amadekariyên Plana Stratejîk a 5 salan de ji bo serdana saziyên jinan û wergirtina daxwaz û pêşniyarên jinan hatin kirin de, bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re pêk hat. Leyla di serdanê de bal kişand ser girîngiya hevgirtinê ji bo zêdetir bigihêjin jinan û wekheviyê li hember rolên zayendî di çarçoveya armanca şaredariya jinan de pêk bînin û diyar kir ku di vê çarçoveyê de hem saziyên jinan hem jî rêveberiyên herêmî xwedî erk in.
 
Jinên TJA'yê jî bal kişandin ser girîngiya di xebatên qadê, atolye, semîner û çalakiyên hişyariyê de bi hev re tevgerînê û ji bo afirandina şert û mercên jiyanê yên hilberîner pêşniyarên xwe parve kirin.
 
Pêşniyar hatin pêşkêşkirin
 
Piştre Leyla û kesên pê re çûn serdana Komeleya Jinê ya Rosayê. Li vir li ser xebatên şaredariyê yên jinê yên di heyama 4 meh û nîvan de nirxandin hatin kirin û ji bo ku  jin bi hev re dikarin çi bikin nirxandin hatin kirin. Nûnerên komeleyan diyar kirin ku ew ê hemû erka xwe ya komelebûnê bi cih bînin, destnîşan kirin ku di çarçoveya plansaziya demkurt, navîn û demdirêj de xebatên girîng dikarin bên kirin. Jinan di çarçoveya plansaziya stratejîk de pêşniyarên xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya xebatên jinan di rêveberiyên herêmî de.
 
Leylayê herî dawî çû serdana Komeleya Akademiya Jinan a Amedê. Li vir pêşniyarên plansaziya stratejîk hatin girtin û li ser polîtîkayên jinan ên rêveberiyên herêmî nirxandin hatin kirin.