ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 22 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Jinên siyasetmedar û parêzvanên mafê jiyanê der barê polîtîkayên deshtilatdariyê û şewatên demên dawî de axivîn û diyar kirin ku li dijî vê divê xeta têkoşîna yekbûyî  bê hûnandin. DÎMEN HEYE
 
*Meclîsa Jinan a DBP û TJA’yê li dijî polîtîkayên şerê taybet atoleyeyan li dar dixin. Endama Meclîsa jinan a DBP’ê Guvercîn Aras der barê atolyeyan de axivî û diyar kir ku jin tiştên ku dijîn li atolyeyan parve dikin. Guvercînê daxuyakirin ku ji bo çareseriyê divê paradîgma azadiya jinê bikeve jiyanê. DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz da zanîn ku li Colemêrgê pêkanînên OHAL’ê didomin û got: “Li Geverê 6 ciwanan bi hinceta GBT heye tên binçavkirin û dibin binçavan de îşkenceyê lê dikin û li ser riya Şemzînanê tên berdan. Ev pêkanînên salên 90’î tînin bîra mirovan.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameya Yenî Yaşamê îsal 31’emîn Xeletên Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad pêk tîne. Salîha Aras da zanîn ku îsal eleqe ji bo xelatên Apê Mûsa zêde ye û got: “Ez bang li hemû kesî dikim ku di 22’ê îlonê de her kes bi me re bikeve piştevaniyê û şehîdên çapemeniya azad bi bîr bînin. Soza xwedîderketina li mîrateya Nûjiyan Erhan, Gubetellî Ersoz û Apê Mûsa bidin.” DÎMEN HEYE