Der barê parastina zarokan de kampanya

  • 19:12 21 Tebax 2024
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo zarokan kampanyayek ragihand. Di kampanyayê de dê gelek çalakî ji bo zarokan, malbat û civakê bêne lidarxistin.
 
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘Ji bo zarokatiyeke tendurist… başî û parastin… pêşveçûn û hişmendî’ ragihand. Cîgira seroka desteyê Sewsen El Xelef bi beşdariya endamên desteyê û tevgerên jinan daxuyanî xwend.
 
Sewsenê destnîşan kir ku zarok rojane di encama şer û aloziyan de rûbirûyî binpêkirinan in û diyar kir ku tevî zehmetiyan jî lê ji bo Rêveberiya Xweser hişmendî, pêşveçûn û parastina zarokan, mafên sereke ne.
 
Sewsenê bi bîr xist ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lihevkirin û peymanên NY`yê yên têkildarî zarokan esas digire, ji bo ku jiyanek û siberojeke baştir ji zarokan re misoger bike.
 
Bernameya kampanyayê wiha ye:
 
* Têkildarî rola malbatê û civakê di parastina mafên zarokan de, civîn bên lidarxistin.
 
* Têkildarî erkên demkî yên parastina jiyana zarokan bi rêya qanûna zarokan, lidarxistina semîneran.
 
* Girêdayî mijarên tenduristiya giştî ya zarokan û pêşxistina hişmendiya tenduristiyê, lidarxistina bernameyên hişyarkirinê.
 
* Ji bo pêşkêşkirina şêwira derûnî û civakî ji bo zarokan, lidarxistina xelekên hişyarkirinê.
 
* Ji bo pêşxistina jiyana zarokan di civakê de, teşwîqkirina însiyatîfên civakî yên dilxwaz.
 
* Ji bo pêşxistina behre û şiyanên zarokan da ku di jiyana xwe de serkeftî bin, lidarxistina werşeyên kar û perwerdeyê.
 
* Belavkirina broşûrên têkildarî rêgezên giştî yên mafên zarokan.
 
* Ji bo piştgiriya zarokan û pêşxistina wan di tevahî aliyan de, lidarxistina bername û çalakiyên perwerdeyê.
 
* Ji bo pêşkêşkirina desteka pêwîst û çareserkirina pirsgirêkan, serdana baxçeyên zarokan, dibistan û peymangehan.
 
* Bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan lidarxistina mîhrîcaneke zarokan.