Emîne Şenyaşar wê di çalakiya bê navber de be

  • 17:23 21 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê veguhêste ber Serokatiya Meclisê diyar kir ku heta encamekê bigirin dê çalakiya xwe 24 saetan bidomînin.
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ku ji êrişan bi birîndarî xelas bûbû duh têkoşîna xwe ya edaletê veguhestin ber deriyê Serokatiya Meclisê.
 
Peywirdaran hewl dan asteng bikin
 
Dayik Emîne Şenyaşar, piştî çalakiya duh li dar xistin tevahiya şevê ma li Meclisê. Çalakiya ku li odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê berdewam kir, di roja duyemîn de li derenceyên li ber Deriyê Şerefê berdewam kir. Di çalakiyê de dowîza ku li ser “Edalet” dinivîsî hate hilgirtin. Di vê navberê de peywîrdarên ewlehiyê hatin cem Ferît Şenyaşar û hewl dan çalakiyê asteng bikin. Gotina peywîrdarekê ya “Nexweş e ku hûn li vir çalakiyê dikin” bû sedemê berteka malbata Şenyaşar. Li ser vê yekê peywîrdarên Meclisê ji qada çalakiyê dûr ketin.
 
‘Yên komkujî pêk anîn li derve ne’
 
Emîne  a tevî hewldanên astengkirinê çalakiya xwe didomîne, banga xwe ya edaletê dubare kir. Ferît Şenyaşar ê pişt re axivî, bal kişand ser tiştên ji roja komkujiyê heta niha qewimîn. Ferît destnîşan kir ku birayekî wan niha di girtîgehê de ye û daxwaza wan berdana birayê wan e, wiha got: “Kesên ku komkujî kirin li derve ne, birayê min çima li girtîgehê ye?”
 
Bang li meclîsê kir
 
Ferît diyar kir ku beriya niha bi rayedarên dewletê re hevdîtin kiriye lê wan nekarîne edaletê pêk bînin û wiha domand: “Ji bo dawî li vê zilmê bê anîn, gel, gelê me yê Rihayê yê bi rûmet, ez weke parlamenter hilbijartin. Di dawiyê de me biryar da ku em li Meclisê rûnin. Her tim jê re dibêjin 'Meclisa Bilind'. Heke ev Meclis xwedî rûmeteke bilind be û xwedî rûmet be, ji bo dawî li vê neheqiya ku 6 sal in dewam dike bê, em dixwazin bi berpirsyarî rabe.”
 
Ferît bi bîr xist ku beriya niha ji bo komkujî li Meclisê bê lêkolînkirin pêşniyazpirs pêşkeşkirine lê ev pêşniyazpirs bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin red kirin û ev tişt got: “Darizandineke formalîte hate kirin. Tê gotin ku dîmenên kamerayan ên nexweşxaneya komkujî lê hatiye kirin hatine dizîn. Em ji vê yekê bawer nakin. Divê Meclis di vê mijarê de berpirsyariyê bigire ser xwe. Em ê dîsa pêşniyazpirsekê pêşkeş bikin û em dixwazin bê lêkolînkirin. Sûcekî mirovahiyê heye. Em dixwazin kesên ev sûc kirine bêyî ku li erka wî bê nêrîn bê darizandin.”
 
Xwest çalakî bidawî bibe
 
Şenyaşar hevdîtina xwe ya bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re jî bi bîr xist û anî ziman ku Kûrtûlmûş xwest ku çalakiya wan bi dawî bibe. Şenyaşar, wiha domand: “Dema bûyer pêk hat Serokkomar tenê aliyê din guhdar kir û dijberî me daxuyanî dan. Van daxuyaniyan bandor li darazê kirin. Me jî ji Kûrtûlmûş xwest ku di mijara hevdîtinê ya bi Serokkomar re înîsiyatîfê bê wergirtin. Bila dayik bi Serokkomar re hevdîtinê bike. Şahidê bûyerê Walî Abdullah Erîn e. Bi kurdî jî dizane. Bila Walî jî bi dayikê re were. Nasnameyeke min a siyasî heye, heke hewce bike ez israr nakim ku di hevdîtinê de israr bikim. Lê Serokkomar bila bi Walî û dayikê re hevdîtinê bike. Me daxwazeke wiha ji Kûrtûlmûş kir. Piştî ku ev soz hate bicihanîn û vegereke erênî çêbibe dê dayik tedawiya xwe ji cihê mayî bidomîne.
 
24 saetan wê bidome
 
Heke dayikê qaneh bikin em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Em bi şev jî li vir man û em ê mayîna xwe jî bidomînin. Heke ji Kûrtûlmûş daxuyaniyek were em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Heke dê çalakiya me li Meclisê 24 saetan berdewam bike. Em ê ji vir neçin.”
 
Hate diyarkirin ku çalakiya demekê li ber Deriyê Şerefê berdewam kir dê bi şev li odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê berdewam bike.