Xeyalên Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane Kurdistaneke azad e

  • 09:04 21 Tebax 2024
  • Rojane
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Hevalên têkoşînê yên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê ku salek berê jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku ew dayikên têkoşer her tim bi xwe re hîs dikin û gotin, “Em ê her tim li ser şopa wan bin û têkoşîna ku wan heta dawiyê bidomînin."
 
Dayikên aştiyê ku yekane daxwaza wan "aştî" ye, bi salan e bi binçavkirin, girtin, serdegirtina malan, ferzkirina sîxurtiyê û zextên curbecur sîstem hewl dide wan paşve bixin. Di 5’ê Tebaxa 2023’yan de li navenda Colemêrgê û navçeyên Colemêrgê di serdegirtina malan de 23 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din di 22’yê Tebaxê de Dayikên Aştiyê Adalet Safalî, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk û Parêzer Erdal Safalî ku ji Geverê ji bo îfadeya li dozgeriyê bigirin çûn Colemêrgê, di dema vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Dayikên Aştiyê Adalet Safalî, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk û Parêzer Erdal Safalî jiyana xwe ji dest da.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê diyar kirin ku ew ê têkoşîna Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safalî yên salek berê jiyana xwe ji dest dane, dewam bikin.
 
'Ji bo vê dozê li ber xwe didin'
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mîhçi ku heval û hevrêya têkoşînê ya Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane ye, diyar kir ku her çend salek derbas bûye jî êşa wan wek roja ewil teze ye. Gulbeyaz got, “Ew ji bo me dayikên pîroz bûn. Nizanim çawa şîrove bikim, lê dilên wan tijî êş bûn. Wan jî, ji bo ku êşa xwe piçekî jî ji bîr bikin, têdikoşin. Edalet û Perîşanê her tim anîn ziman ku ew aştiyê dixwazin. Her tim ji me re digotin ku hêviya wan tenê ew e ku Kurdistan azad bibe û zarokên me jiyanek azad bijîn. Ji bo vê dozê şer dikirin. Ger ew bijiyaya, dibe ku wan rojên pir çêtir bidîta."
 
'Em ê heta dawiyê têkoşînê bidomînin'
 
Gulbeyaz, bi bîr xist ku par bê sûc û hincet polîsan bi ser malan de girt û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin û got, “Perîşan û Adalet ji bo îfadeyê bidin çûn Colemêrgê. Li ser rê qeza kirin. Ger dewletê zext li wan nekiriba ku îfade bidin, ew ê îro di nava me de bûna. Dikaribû li Geverê îfadeya wan bê girtin, lê gotin dê bi zorê bên Colemêrgê û îşkence li malbatan kirin. Em vê pergala qirêj şermezar dikin. Em her tim du dayikên xwe bi xwe re hîs dikin. Em ê her tim li ser şopa wan bin û têkoşîna wan heta dawiyê bidomînin."
 
'Em ê têkoşîna wan ji bîr nekin'
 
Gulşen Yilmaz, diyar kir ku ew Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar kir ku çend sal jî derbas bibin ew ê mîrateya ku dayikên aştiyê hiştine biparêzin. Gulşen got, “Ew dayikên fedakar û têkoşer bûn. Belê, dibe ku îro ne di nav me de bin, lê şopeke mezin bi me re hiştine. Em têkoşîna wan berdewam dikin. Tevî sûcê dayikan tune be jî bangî wan ji bo îfadeyê kirin. Tenê daxwaza wan aştî bû, li hemberî kesî şer nedikirin. Xeyala wan azadiya Kurdistanê bû. Ji bo rizgariya Kurdistanê ku daxwaza wan e çi ji destê me bê em ê bikin. Tişta ku li dayikan hat kirin em ê ti carî ji bîr nekin. Heta bedena me sax be em ê wan û têkoşîna wan ji bîr nekin."