ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 21 Tebax 2024
  • Rojev
* Meclîsa Jinan a SES a Mêrdînê, bi Şaredariya Bajarê Mezin re derbarê xwegîhandin mafê tenduristiyê ya jinan de li taxan xebata atolyeyê da destpêkirin. Sekretera Jinan a SES a Mêrdîne Sultan Ayyildiz der barê xebatê de axivî û got: “Em dixwazin xwe bigihînin jinên ku nikarin ji malê derkevin û li gundan dijîn.” BI DÎMEN 
 
* Şukran Demîr der barê rapora Komeleya Dema Jinê, ya der barê jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn de weşandine, axivî û got: “Em wek komele ji bo jin bi awayekî azad û wekhev xwe îfade bikin xebatên xwe dimeşînin û em ê bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
* Hevalên têkoşînê yên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê ku salek berê jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku ew dayikên têkoşer her tim bi xwe re hîs dikin û gotin, “Em ê her tim li ser şopa wan bin û têkoşîna ku wan heta dawiyê bidomînin." DÎMEN HEYE
 
* Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her derê cîhanê çalakî didomin. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku kurd û dostên kurdan xwe ji bo 9’ê Cotmehê amade dikin û wê rastiya komployê li hemû welatan jinûve bidin bibîrxistin. BI DÎMEN