Li Çiyayê Şengalê şewat

  • 21:58 20 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li rojavayê Çiyayê Şengalê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên asayîşê ji bo kontrolkirina şewatê ketin nava liv û tevgerê.
 
Li Şengalê îsal pileya germahiyê gelek caran zêdeyî 45 pileyan derbas kir û îro jî rojek ji wan rojên germ bû. Ji ber germahiya zêde li aliyê rojavayê Çiyayê Şengalê ku weke Qendîla Şêxmend û gundên Dirêcê tê nasîn di seatên serê sibê de şewat derket.  Hat hînbûn ku şewat heya niha nehatiye kontrolkirin.
 
Saziyên Rêveberiya Xweser tevî Asayîşa Êzîdxanê ji bo kontrolkirina şewatê ketin tevgerê.Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê Şengalê kir ku demildest xwe bigihînin cihê şewatê û xwest piştgiriya vemirandina şewatê bikin.