Meclîsa Jinan a PYD’ê 3’emîn kongreya xwe pêk anî

  • 21:55 20 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Jinan a PYDˊê kongreya xwe ya 3’emîn bi hilbijartina mecliseke nû û encamnameyan bi dawî kir.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi diruşma ‘Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî û siyasî demokratîk e’ kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Kongre li hola Serdem a taxa Merşo ya Hesekê hat organîzekirin.
 
Di kongreyê de nêzî 400 delegeyên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derve beşdar bûn. Her wiha nûnerên ji YPJˊê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Jinan a Demokratîk û Kongra Star amade bûn.
 
Piştî axaftinan, kongre li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir. Dûre mekanîzmaya xebata meclisê hat nîqaşkirin û erêkirin. Her wiha mecliseke nû ji 32 endaman hat hilbijartin.