‘Em ê li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin’

  • 20:28 20 Tebax 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Berdevkê KESK'ê yê Şirnexê Samet Kaya ku di daxuyaniya di çarçoveya çalakiya qirkirina li dijî xwezayê de axivî, bi lêv kir ku talana xwezayê ji qadên jiyanê re xetereyan derdixîne û got: "Em ê li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Şirnexê di çarçoveya çalakiya ji bo xwezayê ku li Şirnexê hatibû destpêkirin li ber avahiya xwe daxuyanî da. Partî û saziyên sivîl ên giredayî Platforma Kêd û Azadiyê ya Şirnexê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zeki Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, "Qîrkirina xwezayê rawetînin û dawî li polîtikayên rantê bînin" dinivisî û dovîzên, "Xweza jiyanê", "Xwezayê biparêzê" dinivisî hat hilgirtin.
 
Beriya daxuyaniyê ciwan li dijî talana xwezayê bi çepik û dirûşiman meşiyan cihê daxuyaniyê.
 
‘Qadên jiyanê di bin xetereyê de ne’
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê berdevkê demê yê KESK'ê yê Şirnexê Samet Kaya ve hat xwendin. Samet diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê zerareke mezin daye ekolojiyê û jiyana zindiyan tehdîd dike. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe:"Li Şirnexê xebatên kana komirê, birîna daran, qirêjiya çavkaniyên avê û ji ber polîtîkayên ewlehiyê tunekirina daristanan ekosîstema herêmê dixe bin xetereyê. Li herêmên Cûdî, Besta, Kureş û Kometê dar ji kok ve hatin hilkirin ku careke din şîn nebin.  Ji holêrakirina daristanan li herêmê ne tenê cihêrengiya jîngehê ji holê radike di heman deme de metirsiyê dide qadên jiyanê yên gelê herêmê. Wêrankirina daristanan krîza avhewayê kûr dike û dibe sedema xirabûna hevsengiya avhewayê ya li herêmê."
 
‘Bandor li ser tenduristiya mirovan dike’
 
Samet  encamên wêrankirina ekolojiyê ya li ser tenduristiya mirovan jî wiha ragihand: "*Zêdebûna gemariya hewayê dibe sedema nexweşiyên giran ên nefesê û dil û vaskuler ên wekî asitm, nexweşiya pişikê ya kronik, kansera pişikê û nexweşiyên dil.
 
*Qirêjbûna çavkaniyên ava xwezayî dibe sedema belavbûna nexweşiyên ji avê yên wekî îshal, kolera û tîfoyê.
 
*Ji ber tunekirina jîngehên xwezayî dibe sedem ku heywanên kovî nêzikî wargehên mirovan bibin, nexweşiyên zoonotîk (nexweşiyên ku ji heywanan derbasî mirovan dibin) hêsantir dibe.
 
*Zêdebûna germahiyê, ziwatî, lehî û bûyerên hewayê yên dijwar ên ji ber lezbûna guherîna avhewayê şert û mercên jiyana civakan zehmet dike. Pêlên germê metirsiya krîza dil û felcê zêde dike, lehî û felaketên din ên xwezayî dibin sedema birîndar, mirin û travmayên psîkolojîk. Ji ber wêrankirina qadên jiyanî rê li ber koçberiyê vedike."
 
‘Li dijî talanê dengê xwe bilind bikin’
 
Samet ji bo wernakirina xwezaya Şirnexê bê rawestandin ev bang li rêyedar û berpirsyaran kir: "Li dijî talan kirina xwezayê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li rayedaran dikin ku bi lezgînî li herêmê rûxandina ekolojiyê ya li Şirnexê rawestînin. Hemû kesên li Şirnexê dijîn ji bo parastina xweza, jiyan û siberoja xwe li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin."
 
Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet bi lêv kir ku desthilata AKP'ê li dijî xwezaya Kurdistanê polîtikayên dijminatiyê dimeşîne û  wiha got: "Pêwîste her kes li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber qedexeyan gelê me nikarin biçin deştan. Lêbelê her der ji kesên ku xwezayê talan dikin re vekirî ye. Tu qedexe li ser wan nîne. Em vê yekê qebûl nakin. Ev polîtîkaya li hemberî gelê Kurd bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Heta ev polîtîkayên şer ên hikûmetê bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî vê talana xwezayê têkoşîna me wê bidome."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê xweza jiyan nabe" bi dawî bû.