WHO: Mpox ne Covîda nû ye

  • 19:43 20 Tebax 2024
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN- Dîrektorê Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Hans Kluge diyar kir ku cîhan der heqê Mpoxê de gelek tiştan dizane û ji ber vê yekê jî wê  wek ‘Covîda nû’ neyê dîtin.
 
Hans Kluge di berdewamiyê de wiha got: “Mpox ne Covîda nû ye. Jixwe em têkildarî Klad 2’yê gelek tiştan dizanin, lê belê hê jî gelek tiştên têkildarî klad 1’ê yên ku divê em hîn bibin, hene.
 
Ji nû ve belavbûna klad 1b’yê bû sedem ku WHO di 14 Tebaxê de rewşeke lezgîn ya tenduristiya gel ya nevneteweyî îlan bike. Her wiha WHO’yê herî dawîyê di sala 2022’yan de dema ku şewba mpoxê ya bi klad 2’yê belavî hemû cihanê bûyî, biryareke bi vî rengî girtibû.
 
Vîrûsa ku weke çîçeka meymûnan tê zanîn, di sala 1958’an de li Danîmarkayê li gel meymûnên ku ji bo lêkolînê dihatin bikaranîn, hatibû dîtin. Her wiha cara ewil jî di sala 1970’yan de li Komara Kongo ya Demokratîk li gel însanan hatibû dîtin.
 
Dr. Catherine Smallwood a ji Ofîsa Ewropayê ya WHO’yê  destnîşan kir ku klad 1 bi giştî ji heywanên ku hatine enfektekirin, derbasî mirovan dibe. Her wiha Smallwood diyar kir ku vîrûsa mijara gotinê ye bi tenê weke şewbekê xuya dike û bilez belav bibe.
 
Berdevkê WHO’yê Tarik Jaserevic jî anî ziman ku klad 1 ji klad 2’yê talûketir e, gelekî bilez belav dibe.