Êrîşa li hember Gulîstan Kiliç Koyîgît hat şermezarkirin

  • 18:12 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
RIHA- Êrîşa li hember serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li navçeya Wêranşarê bi pêşengiya TJA’yê bi meşekê hat protestokirin. Sema Aîşeoglu wiha bertek nîşan da: “Jin wê netirsin, bêdeng nemînin û neçewisin.”
 
 Êrîşa li hember serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît li navçeya Wêranşar a Rihayê hat protestokirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî tevli bûn.  Bi sedan jin li ber rêxistina DEM Partiyê hatin gel hev û li vir berbi Parka Maliye ve bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ meşiyan.
 
Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Sema Aîşeoglu piştî meşê axivî û got: “Li meclîs gel tundî li jinê hatiye kirin û xwîn hatiye rijandin.Nêrîna siyasî, bawerî, zayend, ziman nîjad çi dibe bila bibe hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî vê  be. Di şexsê Gulîstanê de li hember hemû jinan ev êrîş hatiye kirin. Faşîzm wê di xwînê de bigevize.  Jin wê netirsin, neçewisin, bêdeng nemînin.”
 
Çalakî bi jin jiyan azadî bidawî bû.