43 rêxistinên navnetewî xwestin binpêkirinên Îranê werin lêkolînkirin

  • 14:47 20 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 43 rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan bi daxuyaniyekê bertek li dijî îşkence û darvekirina girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê nîşan dan û daxwaz kirin ku binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî girtiyên siyasî tên kirin werin lêkolînkirin.
 
Li dijî binpêkirin, îşkence û darvekirinên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evînê, 43 rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan daxuyaniyek hevbeş dan û daxwaz kirin ku binpêkirinên rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî werin lêkolînkirin.
 
Di daxuyaniya ku bi çar zimanên cuda hat dayîn de, hat gotin ku niha nêzî 70 girtiyên siyasî yên jin di girtîgeha Evînê de hene û tenê ji ber xebatên xwe yên ji bo azadî û mafên mirovan ên li Îranê hatine girtin.
 
‘Divê bi lezgînî tevahî girtiyên siyasî werin berdan’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ji ber îşkenceya li ser girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê bi fikar in û piştgiriya xwe ya bi wan jinan, çalakvan û welatiyan re dubare kirin û wiha hat gotin: “Em nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinên mafan, îşkence, lêdan û birîndarkirina jinan di girtîgehê de nîşan didin. Her wiha tedawiya girtiyan nayên kirin û berpirsên girtîgehê bersiva daxwazên girtiyan nadin. Em daxwaz dikin ku bi lez dawî li darvekirinên li girtîgehê tên kirin were anîn û tevahî girtiyên siyasî werin berdan. Her wiha em daxwaz dikin ku bi lez tedbîrên pêwîst ên ji bo tendirustiya fizîkî û derûnî yên girtiyan werin girtin, bi taybetî jî girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê.”
 
Di dawiyê de jî daxwaz hat kirin ku li ser asta navdewletî lêpirsîn der barê binpêkirin û îşkenceyên li dijî girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê de were vekirin.