ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 21 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Li taxa Şêxmeqsûdê Meclîsa Jinan a Şîlan Kobanê dest bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Rêbertî di pirtûkên xwe de qala pêkanîna azadiya jinê dike, lewma divê jin xwe ji wan pirtûkan dûr nexin û rastiya xwe bi xwendina pirtûkan dikarin nas bikin." BI DÎMEN 
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xebatên jinan bi pêkanîna Jinkart starta wê da, bi pêşniyar û daxwazan xwe amade dike plana stratejîk a 5 salan bike jiyanê. BI DÎMEN 
 
* Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 18 sal derbas bû û hevpîşeyên Ayferê mîrateya wê didomînin. Ayfer bi taybet gelek rastiyên derbarê polîtîkayên li ser jinên kurd pêk tên radixe ber çavan. PORTRE
 
* Malbatên ku zarokên wan yên astengdar hene, diyar dikin ku ji bo zarokên wan di alî perwerde, jiyana civakî de qad tunene û got divê qada jiyana bê asteng ji bo zarokên wan bê vekirin. BI DÎMEN 
 
* Nûnera Alin Terî Muruvet Kuçuk derbarê israra şer a Tirkiyeyê ya li hember Başurê Kurdistanê de nirxandin kir û da zanîn ku armanca şer têkbirina civakê ye. BI DÎMEN