Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê muameleya xirab de daxuyanî da

  • 14:31 19 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Li ketina girtîgehê de muameleya xirab li Emîne Kaya, Nezete Bolek û Sare Kaya hat kirin. Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, daxuyaniyek da û got: “Em van pêkanînên ku hûn li gorî hiqûqa dijminatiyê dikin qebûl nakin. Demildest dev ji vê kiryara neqanûnî berdin û dayikan berdin."
 
Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58), Sarê Kaya (59) salî li Êlihê hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Di ketina girtîgehê de muameleya xirab li wan hat kirin. Derbarê rewşê de Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dema ewil dayik ketin girtîgehê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin û dayikên ku bertek nîşanî vê yekê dan bi saetan li cihê ku weke 'holikê' hatiye diyarkirin li bendê man û piştre birine girtîgehê. Sê dayikên di 11’ê Tîrmehê de hatin girtin, ji 18’ê Tîrmehê heta niha jî li koguşa demkî tên ragirtin. Di roja ewil de tenê sê nanên hişk dane dayikan û tu xwarineke din nedane dayikan. Dîsa di roja ewil a ketin girtîgehê de betanî û singerên ku berê hatibûn bikaranîn û nehatibûn dezenfektekirin dan dayikan û piştî rojan daxwazên wan ên betanî û singerên paqij dayîn. 
 
Li bajarê ku germahî gihaşt 36 pileyî, bi hinceta di oda demborî de ne, daxwaza dayikan a ji bo kirîna vantîlatorê hat redkirin. Dabînkirina pêdiviyên ji bo dayikên nexwendewar bi awayekî keyfî bi ferzkirina daxwaznameyê hatiye astengkirin. Ji ber vê sedemê demeke dirêj dayik nekarîn pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Dîsa di 16'ê Tîrmehê de hemû eşyayên li koguşê ji aliyê gardiyanan ve di bin navê lêgerîna gardiyanan de bi navberên 2 saetan hatin belavkirin û dayik jî bi saetan li hewşê li binê rojê li bendê man.
 
Her wiha hat zanîn ku gardiyan car caran bi tiştên hişk li deriyê koguşê dixin, deng derdixin û bi vî awayî nerehetiyê çêdikin. Em van pêkanînên ku hûn di bin qanûnên dijmin de pêk tînin qebûl nakin. Demildest dev ji vê kiryara dijhiqûqî berdin û dayikan berdin."