Li çalakiya 'Deng bide azadiyê' biryara Doza Kobanê hat şermezarkirin

  • 16:05 17 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Xizmên girtiyan di çalakiya "Deng bide azadiyê" de biryara di Doza Kobanê de hat dayin, şermezar kirin. 
 
Li Wanê xizmên girtiyan û TUHAY-DER'ê bi çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" li ber avahiya DEM Partiyê ya Rêya Armûşê hatin gel hevdu. Girseyê xwest bimeşe ber avahiya AKP'ê lê destûr nehat dayin. Polîsan biryara qedexeyê ya çar rojan a walîtiyê wekî hincet nîşan da. 
 
Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetin Uyar, da zanîn ev 25 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û got divê ev tecrîd bê rakirin. 
 
Cîgirê Hevserokatiya DEM Partiyê ya Wanê Yakup Almaç, da zanîn divê ew li dijî faşîzmê mil bidin hevdu û got ew van ceza û biryaran nas nakin. 
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe mezel","Girtiyên siyasî rûmeta me ye" hatin berzkirin. 
 
Girseyê bi çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî kir.