Li Wanê pêşbirka zimanê Kurdî

  • 21:20 16 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi tevlîbûna gelek sazî û dezgehan pêşbirk hat lidarxistin. 
 
Bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li Navenda Çanda Hacibekîrê pêşbirk hat lidarxistin. Li eywanê pankartên “Her Dem Kurdî li Her Derê Kurdî” û “Kurdî Nasnameya Me ya Neteweyî ye” hatin daliqandin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, hevşaredarên navçeyan, gelek sazî û dezgeh tevlî bernameyê bûn. 
 
Sazî û dezgeh di pêşbirkê de cih girtin
 
Li ser dîka eywanê kursiyên ku hatin dayîn navên sazî û dezgehên ku tevlî pêşbirkê bûn hat nivîsîn. Her wiha kesên ku pêşbirkê de cih digirin jî bi cil û bergên kurdî tevlî bûn. 
 
Beriya destpêkirina bernameyê deqeyek rêzgirtinê hat girtin. Piştre girseyê bal kişand ser Doza Kobanê ku ceza hat birîn dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin.  
 
‘Em ê li berxwe bidin’
 
Piştre rêvebirê ARSÎSA yê Seyîd Kiliç axivî. Seyîd, ewilî bal kişand ser Doza Kobanê ku îro hat dîtin û vê tiştê got: “Em îro gelek xemgînin ku cezayê giran li hevalên me hat birîn. Lê bila bizanibin ku em ê tu carî li ber wan serî natewînin. Pergala qirêj her aliyê ve bi ser me kurdan ve tên. Ew jî zanibin ku ew çixwasî bi ser me ve bên em ê li berxwe bidin û serî natewînin.”
 
‘Îşkenceyek mezin ser zimanê met ê kirin’
 
Seyîd, destnîşan kir ku Gelê Kurdî di hêla ziman de gelek êş kişandiye û wiha pê de çû: “Bi salane îşkenceyek mezin ser zimanê me tê meşandin. Her çixwasî dewlet zimanê me tune bihesibîne kêmasiyek me jî heye. Em xwedî zimanê xwe dernakevin. Zimanê me bi salane heta îro bi têkoşînê hatiye. Zimanê me xwezayî ye û bi vê xwezayî ye li berxwe dide. Em çima zimanê xwe naparêzin? Em çima zimanê xwe dikin zimanê propagandayê? Em çixwasî dikin nava jiyanê û diaxivin. Bi vê mebestê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.” 
 
‘Ev biryarek siyasî ye’
 
Herî dawî Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt axaftinek kurt kir û ev tiştan anî ziman: “Cejna zimanê kurdî em pîroz dikin. Îro Doza Kobanê hebû û siyasetmedarên me cezayên giran hat dayîn. Ev ceza ne hiqûqî ye, biryarek siyasî ye. Ev biryarek ne siyasî ye. Gelê me ji ber li hember DAÎŞ’ê serê xwe rakir îro ev ceza hat dayîn. Lê me serê xwe netewand û em ê netewînin.” 
 
Piştî axaftinan komên pêşbirkê derketin ser dîkê û bi 15 pirsan ketin pêşbirkê. Di pêşbirkê de BASK-DER yekemîn derket û ji komê re diyarî hat dayîn.