'Asta pêşketina ziman asta pêşketina civakê ye'

  • 10:04 16 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli şahiya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku ew ê her tim bi zimanê kurdî bixwînin û biaxivin û wiha gotin:"Em niha bi zimanê kurdî nifşê nû perwerde dikin û em ê bi perwerdeya bi zimanê xwe bi ser bikevin."
 
Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi munasebeta roja 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşmeya "Bi tîrêjên 15'ê Gulanê em şoreşa xwe bi ser bixin, dagirkeriyê têk bibin" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratik (KPCD) şahiyek organîze kirin. Şahî li Dibistana Rifet Hec Sirî ya ku dikeve milê rojhilatê taxê, hat lidarxistin. Tevahî mamosteyên taxê, endamên sazî, partî, komîn, meclis û welatiyên taxê amade bûn. Di şahiyê de komên stran û govendê, hunera xwe pêşkêş kirin. Govend gerandin û roja 15'ê Gulanê pîroz kirin.
 
Mamosteyên Zimanê Kurdî Gulîzar Elî, Zozan Mihemed û Mamoste Fatme Kuşan têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wiha gotin:"Zimanê kurdî zimanê me ye. Hebûna me bi riya zimanê me misoger dibe. Divê tevahî gelê kurd zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin"
 
'Em ê her tim bi zimanê kurdî bixwînin û biaxivin'
 
Di destpêkê de Mamoste Gulîzar Elî 15'ê Gulanê pîroz kir û wiha got: "Ez roja 15'ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên nemir û tevahî gelê kurd pîroz dikim. Bi saya xwîna pakrewanên me îro em gihiştin vê rojê. Her wiha ya herî girîng bi saya şoreşa Rojava, bi ked û têkoşîna gelê me em bi ser ketin. Em ê her tim bi zimanê kurdî bixwînin û biaxivin."
 
'Divê gelê kurd bi zimanê kurdî bixwîne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Gulîzarê banga tevahî gelê kurd kir ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin û got:"Banga me ji bo tevahî gelê me yê kurd heye ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê, zimanê kurdî bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin." 
 
'15'ê Gulanê roja vejînê ye'
 
Di heman demê de Mamoste Zozan Mihemed jî da zanîn ku roja 15'ê Gulanê roja vejînê ye û wiha domand:"Roja 15'ê Gulanê roja vejîna zimanê kurdî ye û ji bo me rojeke pir pîroz e. Ez wekî mamosteyek zimanê kurdî gelek bi vê rojê şanaz û serbilind im. Şoreşa me bi şoreşa ziman dest pê kir û em ê bi pêşxistina ziman û çanda xwe bi ser bikevin. Ev yek jî bi saya têkoşîna me û xwîna pakrewanên me bû. Em niha bi zimanê kurdî nifşê nû perwerde dikin û em ê bi perwerdeya bi zimanê xwe bi ser bikevin."
 
'Em gelekî bi zimanê xwe serbilind in'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Zozanê bal kişand ser cudahiya di navbera dema berê û ya niha ya li dibistanan de û wiha domand:"Di dema me ya berê de me nikarîbû bi zimanê xwe yê kurdî biaxiviya. Ji ber zimanê me hatibû qedexekirin lê di dema me ya îro de hem em fêrî zimanê xwe bûm, hem jî bi zimanê xwe em nifşê nû perwerde dikin. Em gelekî bi zimanê xwe serbilind in."
 
'Asta pêşketina ziman asta pêşketina civakê ye'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zozanê da zanîn ku pîrozkirina vê rojê bi saya têkoşîn û berxwedana pakrewanên me yên nemir bû. Mîna pakrewan Zozan, Egîd Avaşîn û gelek pakrewanên din. Em jî îro têkoşîna xwe li ser wê bingehê didin mezinkirin ku keda pakrewanên me neyê windakirin. Asta pêşketina ziman asta pêşketina civakê ye. Her sal zêdetir zimanê me bi pêş dikeve. Peymangeh û navend têne vekirin. Ev jî ji bo me cihê serbilndiyê ye."
 
'Em zimanê xwe hînî zarokên xwe dikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mamoste Fatme Kuşan jî derbarê roja 15'ê Gulanê de axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Em roja 15'ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û hêviya me ew e ku gelê me tevahî berê zarokên xwe bidin ber bi dibistanên zimanê kurdî. Ji ber di dema berê de, dema me di dibistanên rejîmê de dixwend li me qedexe bû ku em bi zimanê kurdî bixwînin. Lê îro di dibistanên xwe de em zarokan fêrî zimanê kurdî û Erebî dikin. Ev jî ji bo me gaveke pir girîng e."