Ji dayika Hasret Tutal a hat qetilkirin Hediye Tutal banga piştevaniyê

  • 09:02 16 Gulan 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Ji bo Şervan Gulel ku Hasret Tutal qetil kiribû ceza hat daxistin û 15 sal ceza hat birîn. Parêzeran îtîrazê biryarê kirin. Dayika Hasretê, Hediye Tutal ji bo doza ku wê di 17’ê Gulanê de bê  dîtin bang kir û got: “Em dixwazin pêşî li cînayetên jinan bigirin. Wezareta Dadê, komeleyên jinan bila ligel me bin. Ez banga tevlibûna rûniştinê dikim.” 
 
Hasret Tutal di 7’ê Cotmeha 2021’ê de ji aliyê mêrê bi navê Şervan Gulel ve hatibû qetilkirin. Biryara rûniştina dozê di 27’ê Îlona 2023’yan de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeta dadgehê ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ cezayê muebetê’ da gumanbar. Heyeta dadgehê ‘tevgerê rûniştinê yên gumanbar li ber çavan girt’ û ceza ewil veguhert 18 salan û ‘taxrîka bêmaf’ ‘rewşa baş’ li ber çavan girt û ceza veguhert 15 salan. Parêzerên Hasretê îtîrazê biryarê kirin û dosya birin Dadgeha Edliya Herêmî ya Dîlokê. Di encama îtîrazê de wê doz ji nûve di 17’ê Gulanê de bê dîtin. Dayika Hasretê, Hediye Tutal der barê  mijarê de axivî û banga piştevaniyê kir.
 
‘Dibêjin wê întîxar kiriye, hişbir bi kar aniye’ 
 
Hediyeyê got êşa wan hîna wek xwe ye û wiha got: “Pêvajoya dadgehê erênî derbas nebû. Me dipa ku gumanbar cezayekî giran bigire. Di cînayetên wisa de cezayên wisa ne rast e. Dema cezayên bi bandor neyên dayîn ji kesên din re jî dibe mînak. Bi vî awayî wê cînayet zêde bibin. Gumanbar ewil înkar bike jî me fêm kir ku wî kiriye. Ewil got întîxar e. Cihên cuda got. Ewil tiştên cuda hat gotin. Piştî dîmen derketin holê me fêm kir cînayet li mala xwe kiriye. Pir bi nakok diaxivîn. Digotin ‘wê xwe întîxar kiriye, hişbir bi kar aniye’. Keça min cigare dikêşand lê eleqeya wê bi hişbirê tunebû. Hebûna min ê bizanibûna. Me şopa derban li laşê wê dît. Dema ev dîtin înkar kir. Lê em piştre hîn bûn ku tundî lê hatiye kirin.”
 
‘Tiştekî cuda hebû’
 
Hediyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila êdî jin nebin qurban. Em naxwazin jin bibin qurban. Îdiayên ku Hasretê hişbir bi kar aniye tu rastiya wê tune ye. Hasretê di têkiliya xwe ya bi Şervan re pirsgirêk dijiya. Ji ber zextan ev pirsgirêk nedigot. Keça min hişbir bi kar bianiya min ê bizanibûna. Ger ku bi kar bianiya du hefteyan hat gel min gelo wê çawa bisekiniya. Cigare dikêşand. Wekî din tiştek bi kar nedianîn. Ji bo xwe xilas bikin buxtan kirin hustê keça min. Dihat tehdîdkirin. Zext lê dihat kirin.”
 
‘Divê ev doz wisa neyê girtin’
 
Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku cezayê li gumanbar hatiye birîn têr nake û ji ber cezayê hindik tên dayîn gumanbar cesaretê digirin. Hediyeyê wiha dawî lê anî: “Di 17’ê Gulanê de wê doz ji nûve bê dîtin. Cezayê niha ne bi bandor e. Me îtîraz kir. Li şûna divê muebetê bigire 15 sal danê. 15 salan jî wê nemîne. Ev edaletek çawa ye ev welatekî çawa ye? Her roj jin tên qetilkirin. Wê dawiya van neyê. Divê cezayên giran bên dayîn. Em dixwazin pêşî li cînayetên jinan bigirin. Wezareta Dadê, komeleyên jinan bila ligel me bin. Ez banga tevlibûna rûniştinê dikim.”
 
Çi bûbû? 
 
Mêrê bi navê Bekîr Şervan Gurel li Karakopru ya Rihayê li taxa Akpiyar Hasret Tutal bi çekê bi giranî birîndar kiribû. Piştî êrîşê Hasret rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan û li wir jiyana xwe ji dest dabû. Piştre gumanbar hatibû binçavkirin û girtin.