Jinên Kurd: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em ê li qadan bin

  • 21:56 15 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasboûrgê jinan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xist. Jinan anî ziman ku bi pêşengiya jinên Kurd û alîgirên azadiyê wê deriyên Îmraliyê vekin û gotin: “Heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.”
 
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fîzîkî meş û mîtîng hat lidarxistin. Gelek jinên Kurd tevlî meşê bûn. Di meşê de al û posterên Abdullah Ocalan hatin hildan. Jinan di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Jinên ku meşek dirêj li dar xistin li qada ku Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û CPT lê ye mîtîng li dar xistin. Jinan li ber saziyên Ewropayê dowîzên li dijî tecrîdê hildan û dirûşm berz kirin.
 
Feleknas Uca: Konseya Ewropayê hevkarê sûc e
 
Di mîtîngê de ewilî parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca axivî û anî ziman ku raporên Konseya Ewropayê yên li ser Tirkiyeyê rexnegir in, lê li pişt rexneyên xwe namînin. Feleknasê da zanîn ku CPT'yê rapora xwe ya der barê serdana Îmraliyê de eşkere nekiriye û xwest dawî li hevkariya xwe ya sûc bîne û  têkildarî helwesta Konseya Ewropa û CPT’ê jî got: ‘’Tirkiye û Wezareta Dadê hevparê sûc in. Eger CPT çavê xwe ji tecrîdê re bigre wê demê hevparê vî sûcî ye.” 
 
‘Tecrîd pirsgirêkek navneteweyî ye’
 
Feleknasê pirsa “hûn li Îmraliyê çi vedişêrin?” kir û pêngava cîhanî ya di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Pirsgirêka Îmraliyê êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Tecrîd bûye mijareke navneteweyî. Gelê Kurd û dostên wan dibêjin, ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî. bila her kes bizane wê bi pêşengiya jinên Kurd û alîgirên azadiyê deriyên Îmraliyê bê vekirin. Rêya hiqûq, edalet û pirsgirêka Kurd di Îmraliyê de derbas dibe.
 
Li ser navê TJK-E’yê Helena Dersim bi Fransî axivî û diyar kir ku wan bi hezaran caran li Strasboûrgê çalakî li dar xistine û tu Kurdên ku vê derê nas nekin tune ne. Bi domdarî Helena Dersim wiha got: “Em vê kolanê bi van avahiyan re pir nas dikin. Saziyên ku dibêjin ew temînata demokrasî û mafên mirovan in, cih digirin. Em van saziyan hemûyan jî baş dizanin. Me ji bo Rêberê xwe yê ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û 38 meh in tu agahî jê nayê girtin serî li van saziyan da.Em her tim li vir bûn ku dawî li vê pergala ku CPT'yê beriya niha weke 'Încomunado', ango tunebûna mutleq a ragihandinê û me weke sîstema qirkirinê pênase kir, li vir bûn. Ji ber vê yekê em 12 sal in li vir nobetê digirin, bêyî germ û bahozê, havîn û zivistanê. Ji ber vê yekê em bi deh û sed hezaran kes mîtîng û çalakiyan li dar dixin. Ji ber vê yekê pêngava herî dawî di 10'ê Kanûnê de li zêdetirî 100 cihan bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dest pê kir. Ev banga dostên me yên ku li çar aliyên cîhanê bi me re di nava piştevaniyê de ne. Ji bo vê jî tenê li Bakurê Kurdistanê hezar û 330 parêzeran û li 22 welatên cîhanê jî 350 parêzeran ji bo ku bi Rêbertiya me re hevdîtinê bikin, serlêdan kirin.”
 
Kezban Dogan: Em ê li qadan bin
 
Di mîtinê de berdevka YJK-E Kezban Dogan jî axivî û got: “Heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan têkoşînê geş bikin.”
 
Mîtîng bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.