‘Zimanê Kurdî mîrateya dewlemend a Kurdan eˊ

  • 19:52 15 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê û Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê di 2 çalakiyên cuda de destnîşan kir ku zimanê Kurdî mîrateya dewlemend a Kurdan e û pêwîst e ew were parastin.
 
Di çarçoveya çalakiyên Roja Zimanê Kurdî de, Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê semînerek li avahiya yekitiyê bi navê "Zimanê Kurdî û têkiliya wê bi zimanên kevnar re" da. Di semînerê de endamên yekitiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê beşdar bûn.
 
Di serî de lêkolerê zimanê Kurdî û nivîskarê Kurd Azad Berazî roja 15'ê Gulanê pîroz kir û got: "Pergalên desthilatdar li gorî berjewendiyên agahî bi me re parve dikirin. Kêm kesan di dîrokê de lêkolîn kirine. Yê ku şaristaniyên Rojhilata Navîn xwendibe dizane ku gelê Kurd di herêmê de tev gelên Ereb û Faris gelekî resen e. Ji binyad ve zimanê Kurdî ji zimanên Arî ye. Li gorî UNESCO'yê ji 360 zimanên cîhanê zimanê Kurdî yê 80'emîn e. Lê piştî belavbûna Îslamê hemû tîp bi tîpên erebî hatin guhertin.Kurd di aliyê şaristaniyê de li Kaşî, Lobî û Horiyan vedigerin. Zimanê Kurdî jî wek zimanên din girîng e û ji wan ne kêmtir e. Ji ber wê pêwîst e Kurd wê biparêzin."