Cejna Zimanê Kurdî Cenevreyê hat pîrozkirin

  • 18:32 15 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ya ku her Çarşemê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome de vê hefteyê jî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dane destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve didome, vê hefteyê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.
 
Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî li derdora konê ku li Qada Natîonsê vekirin çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
Ji Komîteya Çalakiyê Tekîn Baydag axivî û diyar kir ku 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Heta ku em encamê bigirin em ê di nava çalakiyan de bin." Tekîn xîtabî rêxistinên demokrasiyê yên navneteweyî bi taybetî CPT kir. Tekîn anî ziman ku gelê Kurd ti carî têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan ranewestandine û ji niha û pê ve jî wê nesekinin. Tekîn bi bîr xist ku çalakiya wan berdewam dike.
 
Tekîn  anî ziman ku meha Gulanê ji bo Kurdan xwedî wateyeke taybet e, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan bi taybetî li Kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn pîroz kir. Baydağ got ku divê di her şert û mercan de kurdî bê axaftin.
 
Di çalakiyê de bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî banga beşdarbûna çalakiya ku  danê êvarê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bê lidarxistin, hat kirin.