Li Wan û Mûşê peyama mezinkirina têkoşîna ziman

  • 14:49 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
WAN/MÛŞ – Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman, li Wan û Mûşê bi pêşengiya gelek saziyan daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Dê têkoşîna zimanê kurdî berfireh bikin." 
 
Li Wan û Mûşê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman daxuyanî hat dayîn û banga xwedî li derketina zimanê kurdî hat kirin.
 
Wan
 
Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li ber avahiya ARSÎSA yê daxuyaniyek dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û gelek kesên ku tevlî bûn de dovîzên “Kurdî hebûna me ye”, “Jin ziman azadî”, “Her dem her der kurdî”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ji bo kurdî têkoşîn” û “Kurdî têkoşîna me ye” hatin rakirin.
 
‘Têkoşînê berfirehtir bikin’
 
Daxuyanî ji hêla rêveberê ARSÎSA yê Şevket Acar ve hat xwendin. Şevket, bal kişand ser êrişên li hember zimanê kurdî kir û got: “Divê çarçoveyê de bi hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, her wiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî em ê heta dawiyê hewl bidin ku ji niha û pê ve li hemû bajar, navçe, bajarok, tax, kolan, gund û mezrayên li Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên li Tirkiyeyê têkoşîna zimanê kurdî bi awayekî şênber, domdar û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.”
 
‘Em kurd in, em rind in, em serbilind in’
 
Piştre Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman ê DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî. Heval jî da xuyakirin ku zimanê kurdî wek zimanên erebî, tirkî, farisî û hemû zimanên din mafê perwerdehiyê ye. Heval, bi lêv kir ku zimanê kurdî xwedî mafê fermîbûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro şerm û rûreşiyeke mezin ya desthilatdariyê ye ku em li vê derê hêjî mafê perwerdehiya zimanê kurdî û mafê fermîbûna zimanê kurdî dixwazin. Li ser vê yekê jî hêzên desthilatdariyê nahêlin em ji bo zimanê xwe bernameyên xwe li dar bixin. Em vê helwesta faşîzane bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin; tu hêz nikare li ber têkoşîna zimanê kurdî bisekine. Heta ku erd û ezman hebe, heta ku mirovek û jiyîndarek hebe dê zimanê kurdî jî hebe. Em kurd in, em rind in, em serbilind in. Baş bizanibin zimanê kurdî zimanê me ye. Hûn nikarin zimanê me qedexe bikin. Hûn nikarin li ber têkoşîna zimanê me bisekinin. Her bijî kurd, her bijî zimanê kurdî, her bijî têkoşîna kurdî. Her der kurdî, her dem kurdî.”
 
Daxuyanû bi dirûşmeyên “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.  
 
Mûş
 
Li Mûşê jî DBP, DEM Partî û TJA bi boneya 15’ê Gulanê meş û daxuyanî pêk anî. Gelek kesên ku tevlî daxuyaniyê bûn ji avahiya DEM Partiyê ya Mûşê heta Şaredariya Mûşê meşiyan. Di daxuyaniya ku pêk hat de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat vekirin.
 
Daxuyaniya ku ji hêla PM yê DEM Partiyê Selamettîn Yilmaz ve hat xwendin, bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî.
 
Daxuyanî piştre bi dawî bû.