Nûnerên DEM Partiyê li Viyanayê hevdîtin kir

  • 14:11 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyetek ji parlamenterên DEM Partiyê li Viyanayê bi nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir.
 
Heyeta DEM Partiyê ku ji Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Nûnerê Awûstûryayê yê Partiyê Redar Han pêk tê, li Awûstûryayê hevdîtinên dîplomatîk kir.
 
Heyeta DEM Partiyê bi Berdevka Mafên Mirovan a Partiya Kesk a Parlramenta Eyaleta Viyanayê Berîvan Aslan, Parlamenterê SPO yê Parlamenta Awûstûryayê û Berdevkê Mafên Mirovan Harald Troch, Parlamentera SPO û Seroka Koma Dostaniya Awûstûrya-Tirkiyeyê Selma Yildirim, Nûnerê SPO yê li Konseya Ewropayê û Raportorê Tirkiyeyê, Serokê Konseya Federal Stefan Schennach re hevdîtin kir.
 
Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, rewşa şaredariyên hatin bidestxistin, kiryarên qeyûman ên derbasbûyî, têkoşîna têkildarî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, tecrîda li Îmraliyê, Doza Kûmpasê ya Kobanê, bandora doza Girtina HDP'ê li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatin nirxandin.
 
Hevdîtinên heyetê yên li Awûstûryayê dewam dikin.