Kujer ji muebetê rizgar bû, 15 sal ceza girt

  • 13:12 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
MÛŞ - Cezayê girtîgehê yê heta hetayê ku ji bo bersûc Necat Sevînç ê ku Makbule Sevînç qetil kiribû hatibû dayin, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve hatibû xerakirin, îro doz carekdin hat dîtin. Şandeya dadgehê 15 sal ceza da kiryar. Malbata ku bertek nîşanî biryarê dan bi zorê ji eywanê hatin derxistin. 
 
Makbule Sevinç a ku di 11’ê Mijdara 2021’ê de dema ji gundê Xicik yê navenda Mûşê diçû Erziromê di wesayîta di bin kontrola mêrê pê re zewicî, Necat Sevînç de bû, li xaçerêya Bostankent-Karameşeyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di 5’ê Tîrmeha 2023’yan de 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bi sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebedê li Necat Sevînç birî. Lê biryar ji aliyê 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve  hat xerakirin. 
 
Doz carek din li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bi sûcê “Ne kuştina ji qestî, ji birîndarkirina giran” carekdin hat dîtin. Malbata Makbuleyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parêzerê Makbûleyê beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
 
Piştî parastinan, şandeya dadgehê bi sûcê “Ne kuştina ji qestî, ji birîndarkirina giran”' 15 sal cezayê girtîgehê li kiryar birî û biryara berdewamkirina girtina kiryar da. 
 
Ji ber ku malbata Makbûleyê bertek nîşanî biryarê dan ji eywanê bi zorê hatin derxistin û 2 birayên Makbûleyê jî hatin binçavkirin.
 
Çi bûbû?
 
Makbule Sevinç a ku di 11’ê Mijdara 2021’ê de dema ji gundê Xicik yê navenda Mûşê diçû Erziromê di wesayîta di bin kontrola mêrê pê re zewicî, Necat Sevînç de bû, li xaçerêya Bostankent-Karameşeyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Kiryar Necat Sevînç îdia kir ku Makbûle ji ber deriyê wesayitê “bi awayekî xweser” vebû ji wesayîtê ketiye. Makbule Sevînç a ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê, li beşa lênerîna giran hat dermankirin. 
 
Dema ku Serdozgeriya Komarê ya Mûşê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin, Makbuleya ku di bin çavdêriya giran de dihat ragirtin di 30’yê Kanûna 2021’ê de jiyana xwe ji dest da.  Cendirmeyên ku di çarçoveya lepirsînê de lêkolîna li ciyê sûc kirin, mirina Makbule wek “qezaya trafîkê” qeyd kir. Dayika Makbule Sevînç, Adîle Guler diyar kir ku keça wê hatiye qetilkirin û dest bi têkoşîna mafê wê kir. Piştî salek û 3 mehan, di 2’yê Sibata 2023’yan de di encama hewldanên dayika Makbule, Adîle Guler de kiryar hat girtin û şandin girtîgehê.
 
Danişîna biryardayînê ya dozê di 5’ê Tirmeha 2023’yan de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a  Mûşê hatibû lidarxistin. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û dadgehê bi sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebedê li Necat Sevînç birî. Ji aliyê 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve cezayê ku dadgeha herêmî dabû, hat xerakirin.