Li Beyrûtê pirtûkeke li ser felsefeya Abdullah Ocalan hat nirxandin

  • 12:59 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke akademîsyenan li Beyrûtê pirtûka "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku li dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" nirxand.
 
Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê duh civînek li dar xist. Di civînê de pirtûka rewşenbîrên Ereb a bi navê "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku li dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" ku li Misirê hatiye çapkirin, hate nîqaşkirin.
 
Civîn li navenda komeleyê hate lidarxistin. Lêkolîner, ronakbîr, rewşenbîr, rojnamevan û nûnerên komeleyên jinan û sendîkayan tev li atolyeyê bûn.
 
Cîgira serokê Komeleya Newroz Henen Osman civîn bi rê ve bir.
 
Nivîskar û lêkolînerê lubnanî Xelîl El Qadî besha tevlêbûna xwe di amadekirina pirtûkê de û sedema tevlêbûnê û girîngiya naveroka pirtûkê kir.
 
Piştî wê rojnamevan û lêkolîner Ehmed Şêxo bal kişand ser dema derxistina pirtûkê, di kîjan çarçoveyê de ev xebat hatiye meşandin û da zanîn ku wan di nava pêngava navneteweyî de ku li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kir, ev pirtûk hatiye amadekirin.
 
Dûre beşdaran naveroka pirtûkê nîqaş kir û destnîşan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê têkoşîn berdewam bike.