Li Meydana Şex Seîd ji bo 15'ê Gulanê daxuyanî hat dayin

  • 12:34 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Platforma Zimanê Kurdî li Meydana Şex Seîd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em ê xebata kulturî, hunerî û têkilîyên civakî jî bi Kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke Kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin. "
 
Bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Platforma Zimanê Kurdî li Meydana Şex Seîd ya Amedê daxuyanî da. DEM Partî, DBP, rêxistinên civaka sîvîl û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de peyama parastina zimanê kurdî hat dayin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Gelê me ye hêja û xebatkarên çapemenîyê.
 
Sal 1932, di Kovara Hawarê ya yekemin de ev sernivîs hatibû nivîsandin.“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, wê hebûna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê hebûnê yê pêşîn e."
 
Em weke Platforma Zimanê Kurdî heta niha li ser xeta Kovara Hawarê meşîyan e. Me bi xebata xwe xwestiye vê xetê hergav zindî bihêlin û hişmendîya zimanê Kurdî her bi pêşde bibin.
 
Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan berdewam û mayînde bibe, Hezkirîyên Zimanê Kurdî di sala 2007'an de 15'ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiribûn. Ji wê salê û bi vir de ev roja hanê bi rihê netewî, hezkirin, bi nirx û hişmendiya zimanê Kurdî tê pîroz kirin…
 
Em hemû baş dizanin! Baş jî eşkere bûye! Pirsgirêka ku bi sedan salan weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de siyasetên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî têne meşandin, bi taybet xwe di xwestina asimîlasyona Kurdan de didin der. Ev siyaseta dewletê dixwaze pêşî zimanê me tune bike, zimanê me ji holê rake, îrade û liberxwedana Kurdan bişikîne. Ji bona tunekirina nirxên Kurdan bi berfirehî dewletê bi awayekî fermî û hevbeş plansazîyeke asimîlasyonê xistine rojeva xwe. Vê yekê jî bi gelek rêbazên parzûnandî didine meşandin. 
 
Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avakirina Komara Tirkîyê û heta vê demê jî bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd. Gelê me hergav ji bona mafê zimanê xwe li ber xwe daye. Teslîm nebûye. Doza wî her zindî maye. Siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, gelek caran bûne sedema şer û pevçûnan. Ev yek jî îro baş tê zanîn.  
 
Ji bo welatekî demokratîk, wekhev, pêşketî û di nava aramiyê de bijî, divê beriya her tiştî pîvanên pêkvejîyanê hebin, divê di nava pêkhateyan de hevdû qebûl kirin hebe. Divê maf û azadî hebin. Di vê tevgirêdanê de, pewist e zagonên bingehîn ên ku li pêşîya azadîya Zimanê Kurdî asteng in, bên sererast kirin: Em hemû Kurd bi hevbeşî dixwazin ku Zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdkî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Ji ber ku Zimanê Kurdî yê hemû Kurda ye. Bi vê mebestê em jî bi yek dengî dibêjin; Zimanê me nasnama me ye, rengê me ye, taca serê Kurda ye, hebûna me ye… Pejirandina zimanê me xeta me ya sor e…
 
Li malan, li bazaran, li kolanan, li dibistanan, li şaredarîyan, li nexweşxaneyan, li mizgeftan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê; em ê herdem bixwazin, bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bijîn. Ev hemû jî nîşaneyên Kurdbûna me ne. Bi vê helwesta xwe em dixwazin hişmendîya Zimanê Kurdî li her derê berz bikin û zimanê Kurdî bikin beşek ji nasnama xwe. Ji ber vê sedemê em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi Kurdî bikin. Em ê xebata kulturî, hunerî û têkilîyên civakî jî bi Kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke Kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin. 
 
Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema Zimanê Kurdî ye…"