Li Bedlîsê 14 kes hat binçavkirin

  • 12:06 15 Gulan 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Li Bedlîs û Tetwanê di serdegirtina malan de 14 kes hat binçavkirin.
 
Li Bedlîs û navçeya Tetwanê di saetên serê sibehê ji aliyê polîs û cendirmeyan ve bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de dema lêgerînê de gelek alav hatin belavkirin û 14 kes hat binçavkirin. Li Tetwanê 12 kes û li gundê Papiznêx a Bedlîsê jî 2 kes hat binçavkirin.  
 
Sedema kesên hatine binçavkirin ku nehat zanîn, 2 welatiyên gundê Papiznixê birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê û 12 welatiyên dinê jî li Midûriyeta Navçeya Tetwanê tên girtin. Her wiha dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
 
Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Serokê Komeleya Çand û Hûnerê ya Serhedê Cesîm Başboga, xebatkarên Komeleya Çand û Hûnerê ya Serhedê Nazli Tabak, Taner Tarhan û Engîn Şarli, welatî Kader Erdemîr, Gulşen Alîcan, Çîgdem Denîz, Çetîn Gîrgîn, Saît Taşdemîr, Mûrat Bakir, Raci Karahan, Mehmet Arsû, Sabrî Yalçin Kaya, ji gundên Papiznêxê jî Mehmet Şerîf Sonmez û kurê wî Mûrat Sonmez.
 
3 kes hat berdan
 
Ji kesên hatin binçavkirin Gulşen Alîcan, Engîn Şarli û Taner Tarhan piştî îfadeya wan li Midûriyeta Navçeya Tetwanê hat girtin şûnde hatin berdan.