Li Mexmûrê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

  • 10:31 15 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir û hate gotin: “Zimanê me hebûn û nasnameya me ye, xwedî lê derbikevin.”
 
Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke pîroz kir.
 
Daxuyanî li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Perwerdê xwendevana bi navê Şirîn Uren daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Zimanê Kurdî, zimanekî kevnar û dewlemend e. Zimanê Kurdî ji berê zayînê pêşengtî ji wêjeya cîhanê re kiriye. Her çiqas bi qirkirinan re rûbirû mabe jî, niha zimanê me zimanekî herî dewlemend e. Zimanê me gelek caran bi bişaftinê re rûbirû maye. Hemû dijminên me bi rêbazên cuda cuda xwestine zimanê me tune bikin.
 
Hertim ev bişaftinên wan vala derketiye û zimanê me tune nebûye. Li her derê cîhanê Kurdan zimanê xwe parastiye. Tirkan nekariye vîna zimanzanên me yên weke Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan bişkîne.
 
Heta niha jî êrişên ser zimanê me berdewam e. Heta niha jî li Bakurê Kurdistanê zimanê me qedexe ye. Navên gundên me bi Tirkî ne û her roj êrişî zimanê me tê kirin. Zimanê me rûmeta me ye û bê ziman jiyan nabe.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Zimanê Kurdî’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.