Ji bo jinên hatin girtin kampanya çapemeniya dijîtal

  • 22:23 7 Nîsan 2024
  • Rojane
ÎZMÎR- Ji bo Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez û Berdevka Meclîsa Mafê Zarokan a TOP’ê ya Îzmîrê Sedanur Ugur ku di protestoyên ji bo Wanê pêk hatin de hatin binçavkirin û girtin, li ser platformên çapemeniya dîjîtal kampanya ‘ji Sîbel û Sedayê re azadî’ hat destpêkirin.
 
Li Îzmîrtê di 2’ê Nîsanê de ji bo piştevaniya berxwedana Wanê çalakiya protestoyî pêk hatibû û 6 kes hatibûn binçavkirin. Ji 6 kesên hatibûn binçavkirin Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez û Berdevka Meclîsa Mafê Zarokan a TOP’ê ya Îzmîrê Sedanur Ugurhatin girtin. Ji bo Sedanur û Sîbel bên berdan liser çapemeniya dijîtal kampanya ‘ji Sîbel û Sedayê re azadî’ hat destpêkirin.