Ji Nobeda Edaletê bang: Li dijî zilmê bên gel me

  • 16:02 7 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê de ev bang hate kirin: “Divê her dayika li dijî zilmê li cem me cih bigire.” 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 66’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. 
 
Di çalakiyê de ji çalakvanan Horî Acar axivî û got ku heta agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan negirin dê çalakiya xwe bidomînin. Horiyê, wiha domand: “Deriyên girtîgehan vekin bila kesek li wir nemire. Vê zilmê bi dawî bikin. Edaletê pêk bînin.” 
 
Piştre jî Horiyê wiha bang li hemû dayikan kir: “Divê her dayika li dijî neheqiyê li cem me cih bigirin.” 
 
Çalakiyê bi dirûşman dewam kir.