Dengên Kerboranê wê ji nû ve bên jimartin

  • 21:49 6 Nîsan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, ji ber îtiraza AKP'ê biryar da ku dengên Kerboranê ji nû ve bên jimartin. 
 
Di hilbijartina 31'ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) li navçeya Kerboran a Mêrdînê şaredariyê bi dest xistibû. Lê belê piştî îtiraza AKP'ê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku ray ji nû ve bên hejmartin. Hat diyarkirin ku wê li Kerboranê deng sibê ji nû ve bên jimartin. 
 
Di 31'ê Adarê de DEM Partiyê 6 hezar û 559 ray girtibûn û AKP'ê jî tevî 571 hilbijêrên veguhestî 5 hezar û 828 deng girtibûn.