Ji TJA’ê bernameya 4’ê Nîsanê

  • 19:29 6 Nîsan 2024
  • Rojane
STENBOL - TJA’yê bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şahiyek pêk anî.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 4’ê Nîsanê  75’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  li Beyoglu şahiyek pêk anî. Şahî bi stranên Kurdî destpê kir û gelek jin tevli bûn. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ ‘Bê serok jiyan nabe’ berz kirin.
 
Piştî çandina şitlan şûnde jinan pasteya bi nivîsa ‘vejîna te vejîna me ye’ birîn. Bername bi gerandina govendê û dirûşmeyan bidawî bû.