Li Ebex û Elbaqê îtîrazên ku hat kirin hat redkirin

  • 18:25 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Îtîraza AKP’ê ya ku li dijî şaredariyên Ebex û Elbaqê yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatin bidest xistin, hat redkirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi serketina 14 ji 14’an, rekord şikand. Piştî ku DEM Partiyê şaredarî bi dest xist, îtîrazên AKP’ê jî dewam dikin.
DEM Partî ku şaredariya Ebexê ya Wanê ji sedî 47,72 û Şaredariya Elbaqê jî ji sedî 58,96 dengan bi dest xist, AKP’ê ji bo deng careke din bê jimartin îtîraz kir. Serlêdan ji aliyê Lijneyên Hilbijartinê yên Navçeyan ve hatin redkirin.
 
Navçeyan mazbatayên xwe girt
 
Li aliyê din hevşaredarên Rêya Armûş, Artemêt, Westan û Erdîşê ku DEM Partiyê bi ser ketibûn, bi tevlîbûna girseyî mazbatayên xwe ji lijneya hilbijartinê yên navçeyan wergirtin.