Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin çandin

  • 16:35 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bremenê jinan bi boneya 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin.
 
75’emîn rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi gelek çalakiyan tê pîrozkirin. Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Jinan kartpostal şandin û şitil çandin.
 
Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Xezal Yalçin jî got: "Em ji bo ku xwedî li wî derdikevin em spasiya gelê xwe dikin. Rojbûna Rêbertî di heman demê de rojbûna jinan û rojbûna mirovahiyê ye."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Sêvê Emîne Çewlîg piştî çandina şitlan axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Heke Rêbertî azad bibe wê jin jî azad bibe, Gelê Kurd jî azad bibe."
 
Endama Kongra Star Dayika Selîm, Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê Dayika Xeysa, Endama Meclîsa Jinan a Sêvê Dayika Xecê jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin û peyamên azadiyê dan.