Li Wêranşarê mirina bi guman

  • 15:57 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
RIHA - Jina bi navê Helîn Altundag li navçeya Wêranşarê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li maleke li taxa Dîlîmliya Jor a navçeya Wêranşar a Rihayê dengê çekan hat û li ser îxbatê jî komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyên dîtin ku Helîn Altundag û Emîr Altundag bi çekê bi giranî hatine birîndarkirin. 
 
Helîn û Emîr Altundag ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Hat îdiakirin ku Helîn û Emîr Altundag întîhar kirine.