Di şewata ku 29 kes mirin de 8 kes hatin binçavkirin

  • 13:37 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Di şewata li kulubeke şevê ya li Stenbolê de piranî jê karker 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 11 kesên ji ber şewatê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin. 
 
Li Gayrettepe ya Beşîtktaşê ya Stenbolê di kulubeke şevê ya di jêrzemên qatên 1’emîn û 2’yêmîn avahiyeke 16 qatî de şewat derketibû û di şewatê de piranî jê karker bi giştî 29 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya lêpirsînê de 11 kes hatibûn binçavkirin û ji van binçavkiriyan 8 jê hatin girtin.