'Îşkencekirina zarokan sûc e'

  • 13:19 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin parastvanên mafan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hêzên ewlekariyê yên dewletê bi îşkencekirina zarokan û miameleya xerab sûc kirin. 
 
Li dijî binpêkirin û derhiqûqtiyên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Parastvanên mafan têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dan. Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA), Komeleya ji bo Zarokan Edalet (ÇÎAD), Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî (GIYAV), Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (Der-Mez), Komeleya ji Ewil Zarok û Komeleya Hêviyên Rengarenkê (RUMUD) tevli daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla xebatkara GIYAV’ê Eylem Kaya û ya bi tirkî jî Endama Lijneya Rêveber a RUMUD’ê Ceylan Palamut ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di çalakiyên protestoyî de li dijî zarokan tundiyeke bêsînor hatiye kirin, zarok hatine îşkencekirin û rastî miameleyeke xerab hatine. Gazên îsotê, mudaxileya bi fîşekên plastîk, tundî û pişteve destkelemçekirin dikeve çarçoveya qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê û hêzên dewletê ev sûc kirine û ew vî sûcî qebûl nakin. 
 
Hêzên ewlekariyê li şûna mafên zarokan biparêze û ji bo mafên xwe bi kar bînin jê re bibin alîkar, îşkence li zarokan kirine û miameleyeke xerab li dijî wan kiriye. 
 
Li ser medyaya dijîtal rûyê zarokan hate teşhîrkirin, dîmenên îşkenceyê hatin parvekirin. Bi vê yekê re ‘mafê jibîrbûnê’ yê zarokan hatiye binpêkirin û zarokan tavmatîze dike. Ev dîmen hem dê bandorekê neyînî li ser wan zarokan bike hem jî li ser hevtemenên wan bike. Em li dijî binpêkirina ‘mafê jibîrbûnê’ ne û bang li hemû aliyan û platformên medyaya dijîtal dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin. Em banga bidawîkirina binpêkirinê li dijî zarokan li rayedaran dikin. Her wiha bang dikin ku bihêlin zarok hemû mafên xwe bi kar bînin.”