'Jineolojî wateya jiyanê ye'

  • 09:04 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Berdevk û nûnerên Jineolojî ya bajarê Helebê di salvegera 4'emîn a vekirina navenda Jineolojiyê ya Helebê dan zanîn ku ew felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digirin û hewl didin xwe bigihînin hemê civakê. Her wiha gotin:"Jineolojî wateya jiyanê ye."
 
Çar sal di ser vekirina navenda Jineolojiyê ya li Helebê derbas dibe. Berdevk û nûnerên navenda Jineolojiyê dan zanîn ku ew bi zanista xwe her  ji bo xwegihandina tevahî civakê hewl didin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî xwe perwerde dikin. Her wiha gotin ew ê zanista Jineolojiyê her tim belav bikin. 
 
'Me navenda xwe diyarî Rêbertî kir'
 
Berdevka Navenda Jineolojiyê ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên debarê salvegera 4'e mîn a vekirina navenda Jineoloji kir û wiha pê de çû:"Em salvegera 4'emîn a vekirina navenda Jineolojî li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ji ber ku ev navend bi boneya rojbûna Rêbertî hat vekirin ku me jî xwest bi vê boneyê vekirina navenda xwe diyarî Rêbertî bikin."
 
'Mêr jî ketin wê ferqê ku zanista Jineolojî ji bo wan jî çareseriyek e' 
 
Li ser çawaniya destpêkirina xebata Jineolojî ya li Helebê Rojiyanê axaftina xwe da domandin û got:"Di destpêkê de xebatên me di çarçoveya semîneran de bû. Her wiha danasîna Jineolojî kar û xebata wê, Jineolojî çi ye û beşên wê li ser çi nîqaş dikin. Di wê çarçoveyê de xebata me di hundir her sê taxan de dest pê kir û bi vî awayî hêdî hêdî li hemî sazî, komîn û meclisan seminer dihatin dayin. Ev hemî weke xebata sala yekem bû. Di hundir sala duyem de me xwe tenê di çarçoveya civakê de nehişt her wiha ji bo qada leşkerî me kampanya da avakirin û tê de waneyên Jineolojî û hevjiyana azad dan. Di encama wan semîneran de jixwehezkirin û xwenasîn weke encam derdiket pêş.
Ne tenê ji bo jinan her wiha her du zayend cihê xwe di xwenaskirin û xwepêşxistinê de girtin û bi demê re komxebatên taybet ji bo hevalên mêr hat lidarxistin."
 
'Bi qonaxa lêkolînan re Jinelojî xebatên xwe dewlemendtir kir'
 
Rojiyan da zanîn bi qonaxa lêkolînan re Jinelojî xebatên xwe dewlemendtir kir û wiha lê zêde kir:" Piştî dayina gelek semîner ên li ser rastiya Jineolojî êdî em derbasî qonaxek nû bûn. Ew jî me dest bi lêkolînan kir, ji wan lêkolînan a ku bi berhem derketibû lêkolîna erdhejê bû ku erdhej çi encam bi xwe re anî û çi bandor li derûniya jin û zarokan kir. Em ê çawa bikaribin hêdî hêdî wê bandorê ji ser xwe rabikin nîşan dida. Her wiha li kêleka wê me hevrûkirinek di navbera bobelatên xwezayî û ya şer jî çêkir û bi vî awayî jî encamek nivîskî jî derket.
 
Li ser sosyalojiya jinan a di hundir berxwedana Şêx Meqsûdê de ku li ser wê xebatek tê meşandin ku wê pirtûk derbarê wê lêkolînê werin derketin û ya herî dawî jî lêkolîn derbarê mafê jinan a di civakê de bû, di milê kevneşopiyan û ol de, her wiha tezên azadiyê, Rêbertî çawa wan dinirxîne. Li ser wê lêkolîn hat kirin û li kêleka wê jî li gorî hewcedariya civakê komxebat tên lidarxistin."
 
'Bi riya Jineolojiyê em ê xwe bigihînin civakê'
 
Rojiyan da zanîn ew hewl didin xwe bigihînin hemû civakê û wiha pê de çû:" Li kêleka dayîna semîner û pêşxistina qonaxa lêkolînan, me nûnerên xwe yên jin di hemî meclisên taxê de bi cih kirin. Bi riya van nûneran, em ê bikaribin dan û standinên xwe yên bi civakê re xurtir bikin. Wê perwerdeyên Jineolojiyê zêdetir werin dayin û bi riya vê yekê em ê bikaribin xwe bigihînin hemû endamên civakê."
 
'Di nava xebatên xwe de, em paradîgmaya Rêbertî esas digirin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Rojiyanê da zanîn ku ew li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xebata xwe dewlemendtir dikin û wiha got:"Di nava lêkolîn, semîner û komxebatên xwe de her em paradîgmaya Rêbertî ji xwe re esas digirin. Dibe ku di asta piratîkkirina wê de hinek lawazî hebe lê hewldana me ji bo derbaskirina wan lawaziyan her berdewam dike da ku bêhtir em felsefeya Rêbertî, di nava civakê de, bi cih bikin."
 
'Jineolojî rastiya dîrokê vedibêje'
 
Di heman demê de jî Nûnera Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Komîngeha Pakrewan Rûken Zerdeşt, Hêvîn Muse bal kişand ser wateya Jineolojiyê û wiha got:" Ez di hemû xebatên Jineolojiyê de cihê xwe digirim. Kar û xebatek bi awayekî serkeftî derbas dibe. Ji ber lêkolînên Jineolojiyê ji bo civakê girîng in. Jineolojî li ser çareserkirina pirsgirêkên civakê disekine û rastiya dîrokê vedibêje. Her wiha di nava Jineolojiyê de felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girîng tê girtin û bi saya wê deriyên nû ji bo jinan tên vekirin. Ya herî girîng jî ew e ku gel jî xwe di nava vê zanistê de dibîne û hezkirinek gel jê re çêdibe. Di nav de mêr jî tevlî xebatên me dibin. Bi nêrînên xwe didin xuyakirin ku Jineolojî di gelek xalan de cihê xwe yê rast di nava çareserkirina pirsgirêkên civakê de digire."