Jinên Sêrtê bandora tecrîdê vegotin

  • 09:03 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Jinên Sêrtê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerê taybet de axivîn û gotin: “Bêyî Apo wê şer hebe. Bila aştî pêk bê, ev zilm bi dawî bibe.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe. Ne hevdîtina malbatê ne jî ya parêzeran pêk tê. Tecrîda giran di serî de li girtîgehan bandor li ser hemû civakê kiriye. Yek ji parçeyê tecrîdê polîtîkayên şerê taybet e. Jinên Sêrtê  der barê bandora van pêkanînan a li ser jiyanê de axivîn.
 
‘Mirov ji ber zextan diçin derveyê welat’
 
Jina bi navê Emîne Polat diyar kir ku ji ber zextên dewletê Kurd neçar dimînin biçin derveyê welat û wiha got: “Dewlet neheqiyê li me dike. Ji me nerehet dibe. Em edelet û aştiyê dixwazin.Em naxwazin kes zirarê bibîne. Li ser ciwan û gelê me zext pêk tên. Edelet tune ye. Ya dikujin ya digirin ya zextan dikin. Erdogan ji bo gelê Kurd tiştekî nake.”
 
‘Em wekhevî û edeletê dixwazin’
 
Emîneyê wiha dawî lê anî: “Polîtîkayên şer bandorek mezin li ser Sêrtê dikin. Ez li bajarê xwe ne rehet im. Wekê li girtîgehê bim. Polîs min û zarokên min dişopînin. Nahêlin em rehet  bijîn. Gelê Kurd naxwaze kes bimire. Em dixwazin zarokên me rehet bijîn. Zarokê min ji ber zextan çû derveyê welat.”
 
‘Apo tunebe wê şer hebe’
 
Jina bi navê Gulîsan Erol jî daxuyakirin ku li hember gelê Kurd zilm pêk tê û wiha dirêjî dayê: “Em aştiyê dixwazin ew tundiyê dikin. Du xizmên min li girtîgehê bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Me bikin zindanan jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Li her qadê zextan li me dikin. Em nikarin bi rehetî zimanê xwe biaxivin. Em govendê digerînin polîs êrîş dikin. Ji bo me bigirin polîs li ber deriyê me dimînin. Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Ger ku Apo tune be wê şer hebe. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Ez dixwazim zimanê xwe biaxivim’
 
Hevîdar Kiraç jî wiha axivî: “Tirk ji me nerehet dibin. Delweta Tikr li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dike. Zilmê li zarokên me dikin. Serê gelê Kurd bilind e. Em eslê xwe winda nakin. Em aştî û aramiyê dixwazin. Em dixwazin Apo bê berdan. Dema derkeve wê cîhan xweştir bibe.”