‘Li dijî zextan xwendekaran rêxistinbûn tercih kir’

  • 09:02 6 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Ji Pîrebokên Kampusê Eda Erdogan balkişand ser rêxistinbûna xwendekaran a li dijî hemû zextan û anî ziman ku bi taybet xwendekarên jin li hember van polîtîkayan xwedî hişmendin û li dijî vê ligel hev cih digirin.
 
Pirsgirêkên xwendekarên zanîngehê sal bi sal giran dibin. Sala borî li Aydinê di Yurda KYK’ê ya Guzelhîsarê de xwendekara zanîngehê Zeren Ertaş di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da û pirsgirêkên xwendekaran bi vê hîn zelaltir hatin dîtin. Piştî Zerenê xwendekaran ji gelek yurdan pirsgirêk anîn ziman. Ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo xwendekaran tu alternatîf nayê dayîn û bi taybet jî li hember xwendekarên rêxistinirî zext zêde dibin. Li aliyê din xwendekar ji ber pirsgirêkên aborî û fikarên pêşerojê berê xwe didin întîxarê. Di rojên borî de xwendekara Beşa psîkolojiyê ya Zanîngeha Bîlkent Yelîz Akturk bi guman jiyana xwe ji dets da. Hat îdiakirin ku Yelîzê întîxar kiriye.   Xwendekraan diyar kirin ku pirsgirên wan her diçin giran dibin û gotin divê mirina bi guman ya Yelîzê bê ronîkirin.
 
Ji Pîrebokên Kampusê Eda Erdogan der barê zext û pirsgirêkên dijîn de axivîn û got divê xwendekar li dijî van pirsgirêkan xwe rêxistin bikin û hedefa wan ya herî mezin guhertina rejîmê ye.
 
Alternatîfa xwendekaran tune ye
 
Edayê bi lêv kir ku ew jî li yurda KYK’ê dimîne û odeyên wan 6 an jî 8 kes lê dimînin û ev qad gelek tengin. Edayê wiha dirêjî dayê: “Xwarinên wan ne başin. Nav de bihok derdikevin. Porsiyon pir biçûkin. Em pirsgirêkên wisa dijîn. Em jin li yurdan hîn zêdetir zextan dijÎn. Li yurdên KYK’ê û tarîkatê alternatîf ji bo xwendekaran tune ne. Encama vê de zext li xwendekaran dibin û berê xwe didin întîxaran.”
 
‘Di çalakiyên Zeren Ertaş de îradeyek mezin hat nîşandan’
 
Edayê axaftina xwe wiha domand: “Piştî mirina Zeren Ertaş xwendekaran çalakî pêk anîn û îradeyek mezin nîşandan. Encama vê  hinek destkeftî hatin bidestixin.Ji bo xwendekarên li yurdên KYK’ê diman hinek destkeftî hatin bidest xistin. Xwendekaran bi van çalakiyan xwe rêxistin kirin û gotin dikarin gelek tiştî biguherin. Xwendekaran li dijî zextên desthilatdariyê û pirsgirêkên li kampusan dijîn rêxistinbûn tercih kirin. Xwendekaran îsal xwarina bê pere daxwaz kirin. Li dijî vê lêpirsîn li wan hat vekirin. Lê xwendekar li dijî vê serî natewînin û têdikoşin.”
 
Xwendekarên jin polîtîkayên desthilatdariya mêr dîtin
 
Edayê detsnîşan kir ku xwendekarên jin pêkanînên deshtilatdariya mêr a li hember wan dîtine û li dijî vê bûne yek û ev tişt bi lêv kir: “Xwendekaran bi taybet jî yên jin gotin ‘êdî bes e’. Li dijî van polîtîkayan rêxistinbûn tercîh kirin. Îradeyek mezin li dijî zextan nîşandan. Hedefa me ya herî mezin a li dijî zextan têkoşîne. Hedefa me guhertina vê rejîmê ye. Em dixwazin li dijî vê rejîmê cîhana xwe ava bikin.”