ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 6 Nîsan 2024
  • Rojev
 
* Hevseroka Şaredariya Agiriyê Hazal Aras ku di nav civakê de wek “Xezala Agiriyê” tê binavkirin li Agirê bi ser ket. Hazal, diyar kir ku gelê Agiriyê bersivek xurt da desthilatdariya ku vîna gel desteserdike. BI DÎMEN 
 
*Ji Pîrebokên Kampusê Eda Erdogan balkişand ser rêxistinbûna xwendekaran a li dijî hemû zextan û anî ziman ku bi taybet xwendekarên jin li hember van polîtîkayan xwedî hişmendin û li dijî vê ligel hev cih digirin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Sêrtê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerê taybet de axivîn û gotin: “Bêyî Apo wê şer hebe. Bila aştî pêk bê, ev zilm bi dawî bibe.”DÎMEN HEYE
 
*Berdevk û nûnerên Jineolojî ya bajarê Helebê di salvegera 4'emîn a vekirina navenda Jineolojiyê ya Helebê dan zanîn ku ew felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digirin û hewl didin xwe bigihînin hemê civakê. Her wiha gotin:"Jineolojî wateya jiyanê ye."DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku di nava serhildana dîrokî ya Wanê de cih girtin, diyar kirin ku ji ber mazbatayê girtin gelek kêfxweş bûne û gotin têkoşîna jin û ciwanan bi ser ket. BI DÎMEN