Hevşaredarên Şax û Seravê mazbatayên xwe girtin

  • 21:23 5 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN- Hevşaredarên Şax û Seravê mazbatayên xwe girtin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Şaredariya Seravê ya Wanê sedi 51,16 dengan bi dest xist. Fîlîz Ozturk û Davut Acar ku wek hevşaredarên hatin hilbijartin îro mazbatayên xwe girtin. Hevşaredar bi tevlî rêxistina DEM Partî ya navçeyê û gelek kes çûn lijneya hilbijartinê ya navçeyê mazbatayên xwe girtin. 
 
Şax
 
Her wiha DEM Partî ku navçeya Şaxê sedî 57,89 an şaredariyê bi dest xist, hevşaredar Gulten Baran û Reşat Eraslan hatin hilbijartin. Hevşaredaran bi tevlî rêxistina navçeyê û bi dehan kesî çûn lijneya hilbijartinê ya navçeyê û mazbatayên xwe girtin. Şande piştî mazbatayên xwe girtin li navenda navçeyê meşiyan û gel slav kirin.