Li Tetwanê hevşaredaran mazbatayên xwe girtin

  • 17:51 5 Nîsan 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Hevşaredarên DEM Partiyê yên Tetwanê mazbatayên xwe girtin û peyama ‘Em ê rojên xweş de xizmetê bidin gelê xwe’ dan.
 
Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Tetwanê mazbatayên xwe girtin. Hevşaredar Belkîza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol  ku ji bo girtina mazbatayên xwe çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş û Huseyîn Ola, gelek welatî jî ligel wan çûn. Piştî girtina mazbatayê girse derbasî şaredariya Tetwanê bû.