Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin

  • 17:45 5 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Platforma Azadiya Parastinê, ji aliyê 7 rêxistinên hiqûqê ve hat avakirin. 
 
Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan, Parêzerên Beşdariyî û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Platforma Azadiya Parastinê ava kirin. Platform, li avahiya Şaxa ÇHD a Enqereyê damezrandina xwe ragihand. 
 
Li hêwana ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em azadiyê ji parastinê re dixwazin" hat daliqandin. Ji Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, parlementerên partiyê Ferît Şenyaşar, Sumeyye Boz û Omer Farûk Hulaku jî tevli daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê endama OHD'ê Parêzer Şevîn Kaya ve hat xwendin. 
 
Şevînê b ilêv kir ku ew jî nesîbê xwe ji êrişan digirin û got ku ew di heyameke wiha de ne ku mekanîzmaya darazê bi her awayî bi desthilata siyasî ve hatiye girêdan. Kayayê anî ziman ku destkeftiyên neteweyî û navneteweyî yên parêzeran, parêzbendiya parastinê ya parêzeran û mafên wan ên rêxistinbûyînê bi talûkeyê re rû bi rû ne. 
 
Şevînê destnîşan kir ku ew ji ber vê li hev kom bûne û "Platforma Azadiya Parastinê" ava kirine û got ku ew ê bi hev re xurttir bin »û bêtir karibin li ber xwe bidin.