Kesên hatibûn binçavkirin serbest berdan

  • 12:14 5 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED/MÊRDÎN - 48 kesên piştî şahiya duh bi şev li Amedê hate lidarxistin hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Li Mêrdînê jî 25 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê duh bi şev li Semta Gazîler a navçeya navendî ya Peyasê ji bo pîrozbahiya encamên hilbijartinê şahiyek li dar xist. Polîsan piştî şahiyê 48 kes binçav kirin. Endamên Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Tûran û Bariş Ekîncî bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 
 
Di hin beşên laşên Elîf  û Bariş de ji ber lêdanê sorbûn çêbû. Elîf û Bariş Rapora hatine derbkirin girtin. Elîf û Bariş piştî îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan.  Derbarê 46 kesên din de ku hunermend Kadîr Çat jî di nav de bû bi îdiaya “li hemberî polîsan derketine” û “Propagandaya rêxistinê kirine” kirarî hatin kirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan. 
 
Herwiha Elîf û Bariş ên rapora derbê wergirtin dê  giliyê polîsên li wan dane bikin. 
 
Mêrdîn 
 
Li navçeyên Artûklû, Qoser û Mehsertê yên Mêrdînê jî di serdegirtina malan ên duh hatin kirin de endamên DEM Partiyê jî di nav de û piraniya wan ciwan 25 kes hatibûn binçavkirin. 25 kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.