'Bi 4'ê Nîsanê re gelê kurd têkoşîna xwe mezintir kir'

  • 10:10 5 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEEB - Bi munasebeta 4'ê Nîsanê welatiyên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 300 dar çandin. Jinên tevli çalakiya çandina daran bûn diyar kirin ku têkoşîna wan a ji bo azadkirina Abdullah Ocalan wê dewam bike û wiha got:" Bi 4'ê Nîsanê re gelê kurd têkoşîna xwe mezintir kir. "
 
Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi boneya roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 300 dar li devera bi navê Şiqeyêf hat çandin. Ji wir gelên taxê bi meşek ku ji pêşiya Tevgera Ciwanên Şorşger a ku dikeve milê xerbî taxê herikîn qadên taxa Eşrefiyê. Li wir li parka Efrînê dest bi şahiyê kirin. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta "Ji bo Rêber Apo azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatin hildan. Jinên tevli çalakiyê bûn axivîn. 
 
'Rojbûna Rêbertî rojbûna me ye' 
 
Sebah Mihemed Dilo da zanîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojbûna gelê kurd e û wiha got:" Ji bo Rêberê xwe me dar çandin. Rêbertî em ji koletiya hezar salan şiyar kir. Ji bo jinan têkoşînek bê navber kir. Îro jî ev bû 25 sal in ku Rêbertî di nava zindana Îmraliyê de ye. Rojbûna Rêbertî rojbûna me ye û em vê rojê li hemî jinên cîhanê pîroz dikin û li Rêberê xwe pîroz dikin. Hêviya me ew e ku em Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Ev roj ji bo me rojek bi wate ye ji ber ku jin bi saya Rêbertî xwe nas kirin û li mafê azadiya xwe xwedî derketin." 
 
'Bi 4'ê Nîsanê re gelê kurd têkoşîna xwe mezintir kir'
 
Endama Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Siya Jîn Tolhildan salvegera damezrandina YPJ'ê jî pîroz kir û wiha pê de çû:" Em 4'ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên zindanan û şervanên di çeperên şer de pîroz dikin. 4'ê Nîsanê ji bo me xwedî wateyek mezin e. Her wiha beriya 11 salan me Yekîneya Parastina Jin (YPJ) ava kir. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêbertî bû. Ji ber ku Rêbertî riya azadiyê û şerkirina li hember koletiyê nîşanî me kir. Me jî damezrandina YPJ'ê diyarî Rêbertî kir. 4'ê Nîsanê ji bo me rojek pir pîroz e.  Bi vê rojê re gelê kurd têkoşîna xwe mezintir kir."
 
'Têkoşîna me ya ji bo azadkirina Rêbertî wê dewam bike'
 
Emîra Mihemed da zanîn heta ew Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got:" Em rojbûna Rêbertî, li Rêbertî pîroz dikin û li jinên cîhanê pîroz dikin. Her wiha ev roj ji bo me jinan û bi taybet, ji bo jina kurd rojek xwedî wateyek pir mezin e. Em ê her li qadan bin, têkoşîna xwe bidomînin, heta ku em Rêberê xwe azad dikin."