'Di bin navê demokrasiyê de dîktatorî tê veşartin'

  • 09:06 5 Nîsan 2024
  • Rojane
Melek Avcı 
 
MÊRDÎN - Piştî hilbijartinên herêmî, aktivîsta biyanî û parêstvanên mafên mirovan rapora çavdêriyê ya Ewropayê rexne kirin û gotin, "Kur ji bo ku 4 salên din îradeya xwe radest nekin bi biryar bûn. Li gel van hemûyan divê Ewropa jî êdî dengê xwe bilind bike.
 
AKP ya di hilbijartinan de windahiyek mezin da, ev windabûn qebûl nekir û hewl da îradeya gelê Kurd xesp bike.Hewldan mazbataya hevşaredarê bajarê mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji dest bigirin û li ser vê hewldanê li her derê çalakiyên berxwedanê dest pê kirin. Ji qada navneteweyî der barê encamên hilbijartinê de nirxandin hatin kirin.
 
Carek din derket holê ku Kurd bi rêxistinên siyasî bawer nakin
 
Aktîvîsta jinên Kurd ya ji Rojhilat Schî.lan Kurdpoor der barê pêvajoyê de nirxandina xwe wiha kir: “Tiştên di demên dawî de li Wanê hatin kirin, lezgîniya hewcedariya xweseriya bakurê Kurdistanê nîşan dide. Tevî Kurd mafên xwe diparêzin derfetên wan ji dest tên girtin. Abdullah Zeydan piştî hilbijartinê bi awayekî kêfî ji peywirê hat girtin. Ev mînaka dawî ya zextên li ser Kurdan bû. Vê rewşê nîşan daye ku gelê Kurd bi rêxistinên siyasî nikarin bawer bikin. 
 
Hilbijêrên veguhestî nehatin lêkolînkirin
 
Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê û nivîskar Sarah Glynn:Tiştên me di hilbijartinên Tirkiyeyê de dît, ecêb û balkêş bû. Me  her tişt baş dît. Wek tê zanîn di hilbijartinên 2019’an de 6 hevşardarên HDP’î ji pewyirê hatin girtin û pêvajoyek bi vî rengî hat jiyîn. Şaredariyên din jî qeyûm tayîn kirinê. Lê bertek vê carê cuda bûn. Îtîrazên CHP û siyasetmedarên din pir xweş bûn. Hewcedariya Tirkiyeyê zêdetir bi van bertek û çalakiyan heye. Mijara bi hezaran hilbijêrên veguhestî hebûn. Lê mixabin li ser vê baş nesekinîn.
 
Rapora Ewropa û ya me ne wekheve
 
Sekreta giştî ya Basta Swîsreyê (Basels Starke Alternative) Franziska Stier: Li Wanê DEM Partiyê hemû herêm girt. Dewleta Tirk ji bo van hilbijartinan nas neke darbe pêk anî. Mirov daketin kolanan û gelê Kurd ji bo îradeya xwe şûnde bigire bi biryar bû. Tevî van divê Ewrropayê dengê xwe bilind b ikira. Konseya Ewropayê roja duşemê çavdêriyeke parvekir û got hilbijartina baş hatine organîzekirin û divê li hember îradeya hilbijêr rêzdarî hebe. Lê ev çavdêriya wan bi ya me re dikeve naqokiyê. Me berovajî vê dît. Yekane tişta ku baş hatibû organîzekirin bi otobusan veguhetsina hilbijêran bû.
 
Parêzera navnetewseyî Eva Schonveld ya di heyeta ku hat Tirkiyeyê de cih digirt: Li Tirkiyeyê hikûmetê hilbijartin winda kir. Bajarên Kurdan zemîn qezenc kirin. Vê em kêfxweş kirin. Lê hikûmetê hewl da dîsa qeyûman tayîn bike. Vê ez matmayî hiştim. Qeyûm yek ji mînakên mudaxaleya hikûmeta Erdogan e.