Parlamenter Ceylan Akça bertek nîşanê pankara ‘Spas Bedlîs’ da

  • 19:21 4 Nîsan 2024
  • Rojane
BEDLÎS –Parlamentera DEM Partî ya Amedê, bertek nîşanê pankarta ‘Bedlîs biser ket spas Bedlîs’ ya ku şaredarê AKP’î yê Bedlîsê ku hîna îtîraza partiya wan didome daliqandiye,, da.
 
Parlaamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Ceylan Akça,bertek nîşanê daliqandina pankarta ‘Bedlîs biser ket spas Bedlîs’ ya ku şaredarê AKP’î yê Bedlîsê ku hîna îtîraza partiya wan didome daliqandiye,da.
 
Ceylanê li ser çapemeniya civakî wiha got: “Hîna îtîrazên me didomin. Lê hinek poter derketin holê. Em dixwazin vê bêjin. Spas dike.(Nesrullah Tanglay). Ji bo çi dike ez nizanim. Ji bo 2 hezar dengên nehatine jimartin an jî biryara ji lijneyê derneketiye spas dike em nizanin. Heta deng hemû neyên hilbijartin wê îtîrazên me bidomin. Bila kes hema wisa bi kez serkeftinê îlan nekin. Bedlîs ya me ye.”