Rojbûna Abdullah Ocalan li mala lê hatiye dinê hat pîrozkirin

  • 18:03 4 Nîsan 2024
  • Rojane
RIHA - 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hewşa mala ku lê hatibû dinê hat pîrozkirin.
 
75’emîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li îmraliyê di bin tecrîdek giran de girtiye, li gundÊ Amara ya navçeya Xeleftiyê li mala ku lê hatiye dinê ji aliyê malbat û xizmên wî ve hat pîrozkirin. Birayê wî Mehmet Ocalan di pîrozvahiyê de axivî û astengkirina ketina gund a girseyê ya ji aliyê leşkeran ve jî şermezar kir.
 
Mehmet Ocalan wiha got: “Îro rojbûna serokatiyê ye. Me her sal li vir pîroz dikir. Niha ji bo pîrozbahî neyê kirin her der girtine. Ev tiştekî nikare bê qebûlkirinê ye. Em wek malbata wî rojbûna serokatiya xwe pîroz dikin. Divê dewlet ji van zextên xwe şerm bike.”